Sepetim 0 Toplam: 0,00 TL
Hotay Serra- Usivê Qurzkizî Munzur Çem

Hotay Serra- Usivê Qurzkizî

Liste Fiyatı : 0,00 TL
9786056698552
13627858
Hotay Serra- Usivê Qurzkizî
Hotay Serra- Usivê Qurzkizî
0.00
“Heftê Salên Usivê Qurzî” kitêbeke bîranînan e. Munzur Çemî jîyana Usivê Qurzî ji devê wî bi kirmanckîya (zazakîya) wî nivîsîye. Ev kitêb cara pêşîn di 1992an de li Stockholmê weșîyaye û di babeta xwe de xebateka herî pêşîn e. Kitêb li gor kronolojîya jîyana Usivî hatîye nivîsîn û duwazdeh qisim e. Di qismê yekem de behsa qewm û mirovên Usivî, gundên nêzîk û eșîrên wê mintiqeyê dike. Li vir, li ser pevçûn û nakokîyên gundî û eșîrên Dêrsimî yên salên 1920-30î gelek melumat hene. Qismê duyem yê kîtêbê li ser jenosîda Dêrsimê ye. Usiv bi xwe di nav van hedîseyan de bûye. Ҫend caran ji mirinê xilas bûye. Ew di vî beşê kitêbê de dûrûdirêj behsa tade, zilim, kuştin û talankirinên dewletê, behsa têkilîyên kurdan di nav xwe de û psîkolojîya kurdan ya wê demê dike. Piştî jenosîda Dêrsimê bi awayekî kronolojîk di jîyana Usivê Qurzî de ҫend qewimînên sereke ev têne behskirin û Usiv qala gelek bûyerên girîng ên wan salan dike, melumatên berfireh dide. Ev kitêb bi awayekî giştî di derheqê herêma Dêrsimê de û bi taybetî jî di derheqê qirkirina gelê Dêrsimê de yek ji çavkanîyên herî girîng e. Ji bilî wan, derbarê struktura civatî, aborî û sîyasî ya civata me de belgeyeke tarîxî ye.
Kapat