Sepetim 0 Toplam: 0,00 TL
9786058651647
13642986
Guman 2
Guman 2
0.00
Nivîskar Îbrahîm Seydo Aydogan ku li Parîsê, li Enstituya Ziman û Şaristanîya Rojhelatê (INALCO) wekî mamoste dixebite di warê ziman û edebîyata kurdî de xwedîyê tecrûbe û berheman e. Guman1 sala 2013 ji nava Weşanxaneya Lîsê derketibû û zêdetir li ser mijarên ziman û kêşeyên zimanî sekinîbû. Piştî wê, sala 2014ê weşanxaneya me Guman 2 çap kir û bi vî rengî yek ji xebatên giranbiha ji bo wêjeya kurdî, rexneya edebî û bi taybet jî romana kurdî derket meydanê. Seydo, di beşa ewil a vê berhemê de berê xwe dide serencamana roman û vegotinê, pexşana kurdî, temsîl û çawanîya jinê ya di roman û bi giştî wêjeya kurdî de û li ser Celadet û Hawarê çendîn analîzan pêşkêşî me dike. Di beşa duyem ya xebatê de dûrbîna nivîskarî zêdetir li ser romana kurdî ya kurmancî ye û ji Mehmed Uzun bigire heya hemû hewldanên edebî yên li Stockholmê, ji Helîm Yûsif, Hesenê Metê bigire heya Lokman Ayebe gelek nivîskarên kurd di nava nirxandinên Seydo de cihên xwe digirin. Ji bo mereqdarên wêjeya kurdî ya nûjen, romana kurdî û rexneya edebî, Guman 2 berhemeke berceste ye, di vê qadê de yek ji berhemên rêveker û îlhambexş e.
Kapat