Sepetim 0 Toplam: 0,00 TL
Rêbera Rastnivîsînê Mistefa Aydogan

Rêbera Rastnivîsînê

Liste Fiyatı : 0,00 TL
9786058651609
13642657
Rêbera Rastnivîsînê
Rêbera Rastnivîsînê
0.00
Di warê rastnivîsîna kurmancîyê gelek pirsgirêk hene û ji bo berterafkirina wan jî hewcedarî bi xebatên ilmî heye. Bi hebûna qayideyên rastnivîsînê dê mumkin bibe nivîsendeyên wî zimanî bi awayekî bi rêk û pêk binivîsin. Di rastnivîsînê de, hin tişt hene ku mirov dikare li ser wan li hev bike: “Gelo em apostrofê bi kar bînin yan na?”, “Navên netewe û zimanan bila bi hûrdekan dest pê bikin yan bi girdekan?” û hwd. Lê hin tişt jî hene ku lihevkirina li ser wan zehmettir e: “Bila nêr û mê di kurmancîyê de bimînin yan na?” , “Gelo em êdî dest ji ergatîfîyê berdin yan na” û hwd ji wan xalan in ku bi lihevkirinê nabin; ew di kurmancîyê de bi awayekî sîstematîk hene û taybetmendîyên kurmancîyê yên bingehîn in. Ji bo çareserîya minaqeşeyên bi vî rengî û gelek pirsên li ser rastnivîsînê ev berhemeke referans û girîng e. Rêbera Rastnivîsînê ji alî nivîskar û zimannas Mistefa Aydoganî ve bi şêwazeka akademîk hatiye amadekirin. M. Malmîsanij, Newzad Hirorî, Remzî Kerîm, Reşo Zîlan û Zana Farqînî jî kontroleka giştî kirine.
Kapat