9786057320070
13631353
https://www.eren.com.tr/kitap/mirxas-p13631353.html
Mîrxas
0.00
Şeveke payîzê bû. Hewa sayî bû. Di bin ezmanê bi stêrkan giranbûyî de gundê Mîrxasê vegeriyabû
reşahiyeke bêtevger. Ne dengek mabû ji gund ne jî çirûskek ji ronahiya paceyan. Dûyê çend sobeyên ku
hêj dişixulîn, bi rengekî gewr ber bi nava şevê ve dirêj dibû û piştre li ber bayê belav dibû. Bêdengiyeke ku
bi giraniya şevê tîr bûbû, li ser reşahiya şevê rûniştibû. Kûçikê mala Koçer carinan bi ewtîna xwe ev
bêdengî diqelişand, lê hêza dengê wî têra jiholêrakirina bêdengiyê nedikir. Di nava vê bêdengiyê de, şevê
di hembêza xwe de tevgereke biraz vedişart. Ji xeynî Enoyê Dîn, haya kesî ji vê yekê tune bû. Eno, xwe di
tariya goşeyê dîwarê mala Xalîs de telandibû û şev û tevgera di nava şevê de guhdarî dikir. Ev şev, şeveke
ji rêzê nebû; ew bi çalakiyeke resen ducanî bû. Zayîna şevê dê ji bo dîroka gund çi bianiya, Enoyê Dîn jî tê
de kesî pê nizanîbû.
- Açıklama
- Şeveke payîzê bû. Hewa sayî bû. Di bin ezmanê bi stêrkan giranbûyî de gundê Mîrxasê vegeriyabû reşahiyeke bêtevger. Ne dengek mabû ji gund ne jî çirûskek ji ronahiya paceyan. Dûyê çend sobeyên ku hêj dişixulîn, bi rengekî gewr ber bi nava şevê ve dirêj dibû û piştre li ber bayê belav dibû. Bêdengiyeke ku bi giraniya şevê tîr bûbû, li ser reşahiya şevê rûniştibû. Kûçikê mala Koçer carinan bi ewtîna xwe ev bêdengî diqelişand, lê hêza dengê wî têra jiholêrakirina bêdengiyê nedikir. Di nava vê bêdengiyê de, şevê di hembêza xwe de tevgereke biraz vedişart. Ji xeynî Enoyê Dîn, haya kesî ji vê yekê tune bû. Eno, xwe di tariya goşeyê dîwarê mala Xalîs de telandibû û şev û tevgera di nava şevê de guhdarî dikir. Ev şev, şeveke ji rêzê nebû; ew bi çalakiyeke resen ducanî bû. Zayîna şevê dê ji bo dîroka gund çi bianiya, Enoyê Dîn jî tê de kesî pê nizanîbû.Stok Kodu:9786057320070Boyut:130-195-Sayfa Sayısı:424Basım Yeri:AnkaraBaskı:1Basım Tarihi:2023-06-15Kapak Türü:Karton kapakKağıt Türü:Kitap KağıdıDili:TürkçeResim Sayısı:1
- Yorumlar
- Yorum yazBu kitabı henüz kimse eleştirmemiş.
- Yeni Gelenler