9786259969817
13632614
https://www.eren.com.tr/kitap/ceme-stranan-gotin-nota-u-ciroken-stranan-p13632614.html
Çemê Stranan - Gotin, Nota û Çîrokên Stranan
0.00
Beriya salan li çiyayên Kurdistanê em komeke heval û hogir li hev civiyabûn. Li dorhêla me
zinarên asê, li nav sînga zinaran çemek diherikî bi gurmegurma mizgîniya biharê re. Em bi civat
bûn li gel hevalan, bi derd û kulên welat de ketibûn. Lewma dem di bin barê êş, azar û hêviyê de
giran giran diherikî. Lê şahiya me jî kêm nedibû. Geh me govend digerand, geh awazeke hêviyê
serî radikir li çiyayan, geh em dibûn helbestek li ber têhna agir, li binê taveheyvê. Li berêvareke
vî zemanî, dema roj diçû ava, hew min dengek bihîst ji wî milê newalê. Ji binê dareke berûyê
dengê sazekê dihat, pê re jî dengekî dilgir û aza tevlî xumxuma çem dibû. Min qesta stranê kir,
berê xwe da dara berû û meşiyam. Jineke ciwan di hembêza wê de saz, distirî. Çi bê hempa bû
ew kêlî, çend xweş bû. Ma kî dizane, belkî lewma stran hene; ji bo demên bêşîrove bên vegotin.
Ew deng û awaz ya Bermalê bû, xwe dabû ber dara berû û distirî. Min guh da wî dengî û pê re jî
dil. Ji wê rojê ve bê navber Bermal strana dilê xwe, strana dilê me û strana çiyayiyan distirê.
Strana Bermalê bilind e, zîz û asê ye, her weke çiyayên welat e. Kûr e dengê wê, ji binê bîra
zeman diqêre gotinên dapîr û bapîran. Gotina wê ristika li gerdena çiyayiyan e, bazind li zenda
zinariyan e. Rîtma wê zengila dilê şervanan e, ji Zagrosan heta Botan û Dêrsimê, miriyan ji xewê
şiyar dike, pakrewanan oxir dike. Çiyayiya me, stranên dilê me distirê. Ji yên çûyî, ji yên li vir û
yên bên berhev dike êş, hêvî û azadiyê…
- Açıklama
- Beriya salan li çiyayên Kurdistanê em komeke heval û hogir li hev civiyabûn. Li dorhêla me zinarên asê, li nav sînga zinaran çemek diherikî bi gurmegurma mizgîniya biharê re. Em bi civat bûn li gel hevalan, bi derd û kulên welat de ketibûn. Lewma dem di bin barê êş, azar û hêviyê de giran giran diherikî. Lê şahiya me jî kêm nedibû. Geh me govend digerand, geh awazeke hêviyê serî radikir li çiyayan, geh em dibûn helbestek li ber têhna agir, li binê taveheyvê. Li berêvareke vî zemanî, dema roj diçû ava, hew min dengek bihîst ji wî milê newalê. Ji binê dareke berûyê dengê sazekê dihat, pê re jî dengekî dilgir û aza tevlî xumxuma çem dibû. Min qesta stranê kir, berê xwe da dara berû û meşiyam. Jineke ciwan di hembêza wê de saz, distirî. Çi bê hempa bû ew kêlî, çend xweş bû. Ma kî dizane, belkî lewma stran hene; ji bo demên bêşîrove bên vegotin. Ew deng û awaz ya Bermalê bû, xwe dabû ber dara berû û distirî. Min guh da wî dengî û pê re jî dil. Ji wê rojê ve bê navber Bermal strana dilê xwe, strana dilê me û strana çiyayiyan distirê. Strana Bermalê bilind e, zîz û asê ye, her weke çiyayên welat e. Kûr e dengê wê, ji binê bîra zeman diqêre gotinên dapîr û bapîran. Gotina wê ristika li gerdena çiyayiyan e, bazind li zenda zinariyan e. Rîtma wê zengila dilê şervanan e, ji Zagrosan heta Botan û Dêrsimê, miriyan ji xewê şiyar dike, pakrewanan oxir dike. Çiyayiya me, stranên dilê me distirê. Ji yên çûyî, ji yên li vir û yên bên berhev dike êş, hêvî û azadiyê…Stok Kodu:9786259969817Boyut:160-240-Sayfa Sayısı:176Baskı:1Basım Tarihi:2023-08-25Kapak Türü:Karton kapakKağıt Türü:Kitap KağıdıDili:TürkçeResim Sayısı:1
- Yorumlar
- Yorum yazBu kitabı henüz kimse eleştirmemiş.
- Yeni Gelenler