Sepetim 0 Toplam: 0,00 TL
9789758242559
13545252
Rexneyên Li Ser Civaknasîya Nûjen
Rexneyên Li Ser Civaknasîya Nûjen
0.00
Di berhemên gelek civaknas, ramanwer û feylezofên nûjen de tişta herî zêde ku tên dîtin, qutbûna wan a ji civakê ye.Mirov dibêje qey ji esmanan li civakê dinêrin û dinirxînin. Terxên wan ên analîz, lêkolînû nirxandinan wekî ku ew kirdeyekî li derveyî civakê ne û civak jî heyberekî li derveyîwan e. Wekî ku hebûnên li dorê hev bin şikil girtiye. Mirov dibêje qey neendamekîcivakê ne, haja wan ji rewşa civakê nîne. Wê civakê qet nas nakin. Tê de nejiyane. Jicîhanekî din hatine û hewl didin ku bi analîz û ezmûnan wê cîvakê fêhm bikin. Bi rastîjî, berhemên wan wekî ku ji hêla kesên biyaniyên cîvakê ne ve vehatine amade kirin.Ev nêzikatî jî xeletiyê wêdatîr, sekn û hişmendiyek ku hatîye rûniştin. Lewma ew rastîzû bi zû bi niyetên baş û bi hewildanên ferdî derbas nabe.Pirsgirêkek esasî li pişt sedema vê encamê veşartiye. Ew çi tişte ku dibe sedemaqutbûneke bi vî avayî? Esas divê ew hişmendî were peydakirin. Yên din encam in.Berhem û xebata wan jî, ji xwe encamên wê hişmendiyê ne. Ew encam jî dibin sedemku naveroka xebatan bi pirsgirêk be. Tişta ku bi xwe pirsgirêk be, wê çawa ji civak û jizanistê re bibe rênîşek.
Kapat