Sepetim 0 Toplam: 0,00 TL
9786057535207
13628988
Jana Gel
Jana Gel
0.00
Romana navdar, yek ji sembol û bingehên romana kurdî. Gava ku qala romana kurdî dibe yek ji navên ku pêşîyê tê hişê mirov. Xwendevan û wêjehezên kurdî pir baş wê nas dikin. Ji roja ku hatiye çapkirin û heta niha gelek tişt li serê hatine gotin û nivîsandin. Bûye mijara gelek lêkolînan. Ligel Şivanê Kurmanca û Xatê Xanim nûxwiriya romana kurdî ye. Her çiqas pêdiviya Jana Gel zêde bi danasînê tune be jî, divê mirov çend gotinan bibêje. Li gor cîhanê û zimanên cîranên me pexşana kurdî dereng dest pê kiriye û piştî werger û lêanînan çîrokê li beşên cuda û bi zaravayên cuda romanên kurdî hatine nivîsandin. Bi vî awayî pexşana kurdî derbasî asteke nû bûye. Ku ev yek di heman demê de dibe nîşana ramangeriya kurdî bixwe jî. Di vê rêwîtîya pexşana kurdî de Jana Gel rawestgeheke girîng e. Jana Gel ku heta niha bi zimanên cuda û bi zaravayên kurdî yên cuda hatiye çapkirin – îro jî piraniya romanên kurdî hîna sînorên zaravayî derbas nekirine, ji bilî çend mînakan – careke din ji aliyê Weşanxaneya Lîsê ve tê çapkirin. Berê jî ji aliyê Weşanxaneya Lîsê û hinek weşanxaneyên din ve hatibû çapkirin. Lê vê carê roman ji nû ve hatiye redektekirin, pirsgirêkên vegotinê û hevoksaziyê hatine sererastkirin. Bi baweriya me dê xwendevan çêjeke xweştir ji vê çapa dawîn werbigirin. Xwendevanên hêja, Jana Gel bi rûçikê xwe yê nû li benda we ye. Ev jan, jana kurdî ye, jana wêjeyê ye. Bêyî janê tu tişt nawelide. Divê hûn jî bibin pîrika vê janê.
Kapat