Sepetim 0 Toplam: 0,00 TL
Gula Elegeze : Pirtükxaneya Ehmede Xani 20 Ferike Usiv

Gula Elegeze : Pirtükxaneya Ehmede Xani 20

Liste Fiyatı : 0,00 TL
9786059014854
13640160
Gula Elegeze : Pirtükxaneya Ehmede Xani 20
Gula Elegeze : Pirtükxaneya Ehmede Xani 20
0.00
Gula Elegezê, wekî wan dîwanên din ên Fêrîkê Ûsiv, mişt ji deng, reng û bi bîna siruşta welatê wî dagirtî ye. Ew bi zimanê xwe yî herikbar û a rojane gel pê diaxife rabûn, rûniştin, adet û toreya gelê xwe bi vegotineke edebî raberî me dike. Em baş zanin Fêrîk hostayê gotin û vegotinê bû. Çi tişta bidîta û çi tişta biqewimîya yekser xwe bera nav şi'ra wî dida. Ji ber wê şi'ra Fêrîk di heman demê de pirtûka agahdarî û zanîna rewşa cimaet û feraset û hişmendîya wan e. Hub û hez têmaya herî ber bi çav û jênager a Fêrîk e. Di vê dîwanê de jî hub û hez bi delalî û dilbijînîya xwe ji me re dibişire: Xwezil, xwezil, ya min biyayî, Xwezila bûka dîya min biyayî, Te çok veda ber pîngê wê, Serî bida ser sîngê wê, Por û gulîyê xwe reş berda, Dîya min porê te vegirta, Û min destê wê yî çira Li ser porê te paç kira...
Kapat