Sepetim 0 Toplam: 0,00 TL
27 Nivîskarên Edebiyata Cîhanê Yusuf Kaynak

27 Nivîskarên Edebiyata Cîhanê

Liste Fiyatı : 100,00 TL
9786057471185
13602623
27 Nivîskarên Edebiyata Cîhanê
27 Nivîskarên Edebiyata Cîhanê
100.00
Ansîklopediyeke Kurdî ya bi Kurmancî heye tuneye ni¬zanim!. Bawer nakim ku ansîklopediyeke Kurdî hebe, biser¬de jî ansîklopediyeke klasîkên cîhanê ya wejeyî ku nivîskarê bijarte hebe pê nizanim. Bi vê ramanê ketim riyeke xêrê, belê gelek jî dijwar li her santîmekê kelemek, astengîyek û dijwarîyek li pêş te be!. Di nav ewqas pirsê wejeyî yê dijwar de hêjaya ansîklopediyeke wejeya klasîka cihanê bi Kurdî çi giringîya xwe bilez hebe!? Ne ji leziyê hinekî ji meraqê dest pê kir, babet bû pirseke li ber deriyê min sekinî, min ni¬karî xwe şûnde bigrim, sedem ji bo rewşenbîrî û ronakbîrî kêm û zêde ew zanistî û agahdariya bo nivîskarê Kurd nifşê nû yê dahatû re bingeheke zext û girîng e!Mebest ji pêdivîyekê hat pêş, sal zeman di ser re derbas bûn îro berhemeka di destê we de hate holê. Ji bo pêdivîya en¬tellektulê Kurd ango întelexentsîya Kurd ji van klasîkên cîhanê xeberdar û agahdar bin! Lewra me ewqas karê girîng girte ser milê xwe. Îro nifşê nû ne wekî yên çel an pêncî salî berê bê pişt in. Nifşê nû derfetê bi dest dixîn bixwînin û bi zimanê cîhanê bizanin, ji wan re xwendina klasîkê cîhanê ne pirsgirêk e. Ragîhandinên nûjen wek înternet bi saya wî google, wikipedia û pirtûkxanê online li ber destan e. Ji kesatîyê zîrek û jêhatî re fersendên mezin peyde bûne, bes bila armanc xebata netewperwerî be. Ji me re jî ew derfet peyde bû komputer û în¬ternet îcad bûye. Ji bo min ewilî klasîkên cîhanê bûn meraq daku wergerînim û jiyana nivîskarên cîhanê pêşkêşî raya giştî ya kurd bikim. Ev xebat bi mebesta nivîskar û derdorên li ser kurdî xebatê dikin bibe alîkar hatiye nivîsandin. Ez hêvî dikim ev xebata min barê li ser pişta nivîskarên kurd siviktir bike
Kapat